Îşev hêzên dagirkeriya Tirkî gelek gundên Minbicê topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Ereb Hesen ê Biçûk, gundê Ereb Hesen ê Mezin li rojavayê Minbicê topbaran kir.
Li gorî navendê dewleta Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasirê, gundê Yalnelî yê rojavayê Minbicê bi 6 hawnan topbaran kir.
Têkildarî ziyanên topbaranê agahî nehatin zanîn.