Yekgirtûya Îslamî derbarê birîna mûçeyan de giliya hikûmeta Herêma Başûr kir

Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî derbarê birîna mûçeyên karmendên herêma başûrê Kurdistanê de, li Dadgeha Federal ya Iraq û Serdozgeriya Giştî ya Herêmê, giliyê Hikumeta Herêma Başûr kir.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Şêrko Cewdet, li avahiya parlamentoyê, derbarê birîna mûçeyê karmendan de daxuyaniyek çapemeniyê.

Şêrko Cewdet ragihand ku li gorî hejmarên Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Iraqê eşkere kirine, pere gelek e, lê nadin karmendan.

Cewdet destnîşan kir ji bo ku hikumet were parlamentoyê û li ser birîna mûçeyê karmendan agahî bide, 43 parlamenteran îmze komkirine û da xuyakirin ku hikumet nayê parlamentoyê û ew jî êdî birîna mûçe qebûl nakin..

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di çend rojên dawî de diyar kir ku ji niha û şûn de ew ê her 30 rojan carekê muçe bide,

lê wê muçe li gorî dahata li ber dest dê were dayîn. Ev yek tê wateya ku ew azad in çiqas ji muçeyên karmendan bibirin.

Back to top button