Aloziya Rûsya û Ukraynayê

Hemwextî komkirina Rûsyayê bo leşkeran li sînorê Ukraynayê, ya dawî qanûna kişandina keşkeran; weke yedek muhr kir. Li aliyekî din, Amerîka dê pêşkêşkirina çek û cebilxaneyê bo Kîevê dewam bike.

Hemdemî binpêkirina agirbestê, her wiha komkirina Rûsyayê bo leşkeran li ser sînorê rojhilatê Ukraynayê, ya dawî bi qanûnekê, leşkeran weke yedek dikişîne leşkeriyê.

Serokê Ukraynayî Volodymyr Zelenxi li ser vê qanûna ku dihêle leşker bo leşkeriyê bên vexwastin bêyî ragihandina komkirinê, muhr kir.

Li gorî nivîsgeha Zelenxi, qanûna muhrkirî ya ku parlamena Ukraynayî dawiya Adarê pesend kiribû, dihêle hewarbirina zûyîn bo yekîneyên artêşê yên yedek bê dayîn.

Kîev: Divê hevbendên me yên rojavayî rê nedin êrîşên Moskovayê

Di çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitry Koliba duh bang li hevbendên xwe yên rojavayî kir ku rêkarinan dijî Rûsyayê bigirin, da ti êrîşan pêk neyîne.

Koliba da zanîn ku Kîevê li DYA’yê banga pêşkêşkirina alavên elektronîk kiriye.

Amerîka: Em ê pêşkêşkirina alîkariyên ewlehiyê bo kîevê bidomînin

Li ser vê yekê, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price domandina pêşkêşkirina alîkariya ewlehiyê bo Ukraynayê anî ziman û got:

“Em ê li gorî nirxandin û pêwîstiya Ukraynayê, pêşkêşkirina çek û pergalên berevaniyê di nav de Patriot bidomînin, da xwe ji Moskovayê biparêze.”

Bi armanca çareserkirina krîza rûdayî, Serokê Ukraynayê Zelenxi banga hevdîtina hempîşeyê xwe Putin kir, ku ew li cihekî herêma Donbasê hev bibînin.

Li ser vê yekê, Kremlinê destnîşan kir Moskovayê di dema dawî de ti daxwaznameyeke fermî bo hevdîtina Putin digel Zelenxi wernegirtiye.

Putin: Em ê bersiveke tund bidin eger “xetên sor” bêne derbaskirin

Aloziya navbera Kîev û Moskovayê, hê bi awayekî germ gur nebûye, her wiha tevî komkirina leşkerî, nîşaneyên rûdana şerekî rasterast hê zelel nebûne.

Lê belê Serokê Rûsî Putin dibêje, ew ê bersiveke tund bidin eger “xetên sor” bêne derbaskirin.

Back to top button