Hevserokê Desteyê Farûq El-Maşî diyar kir, ew ê di demeke pêş de careke din alîkariyê bidin.
Li ser belavkirina alîkariyan, Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî diyar kir ku ev alîkarî li malbatên xizan û karkerên ku di şert û mercên qedexeya de karên wan sekinîne, hatin belavkirin.
Farûq El-Maşî da zanîn ku desteyê lêkolînên pêşî li ser malbatên hewcedar û xizan çêkirin û mekanîzmeya belavkirinê danîn.
Em bi gelê herêma xwe re bisekinin û alîkariya wan bikin.
Mekanîzmeya belavkirina alîkariyan bi rêya têkiliya yekser a di navbera deste û komîteyên karûbarên civakî û xebatê yên Rêveberiyên Xweser û sivîl ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de tên kirin.
Alîkarî li gorî lîsteya navan a ku berê ji hêla meclis û malên gel ve hatiye amedekirin bi rêya komîte, meclisên herêmî û komînên li tevahî herêmê, tên belavkirin.
El-Maşî diyar kir, ew ê belavkirina alîkariyan dewam bikin û dê di demeke pêş de pêngaveke din a belavkirina alîkariyê dest pê bike.