Meclisa Hesekê careke din hişyariya bobelateke mirovî da

Meclisa Kantona Hesekê dubare hişyarî da û got divê dimildest destwerdan li rewşa Hesekê ya avê were werdan. Hevserokê Meclisê Xebat Silêman jî diyar kir Gerînendetiya Avê û Meclisa Kantonê ji ber qutkirina avê tîmên awarte ava kirin. 

Dewleta Tirk ev serê hefteyekeyê stasyona Elok a ku nêzî milyon û nîv xelkên bajarê Hesekê li ser ava wê dijîn, qut kiriye.

Meclisa Kantona Hesekê der barê vî sûcî careke din hişyariya rûdana bobelateke mirovî da.

Meclisê qutkirina avê wekî sûceke li dijî mirovahiyê pênase kir û da zanîn ku qutkirina avê bi hatina Havînê re, bilindbûna pleya germbûnê û belavbûna vîrûsa Coronayê, rewşê aloztir dike.

Meclisê bang li civak, rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku yekser zextê li dewleta Tirk bikin da ku rê li pêşiya keraseteke mirovî bê girtin.

Xebat Silêman: Tîmên awarte hatine avakirin

Hevserokê Meclisê Xebat Silêman jî diyar kir ku wan û Gerînendetiya Avê di 19’ê Nîsanê civînek li dar xist.

Li gorî Silêman, di civînê de, rewşa awerte hat ragihandin û tîmên awarte hatin avakirin û her wiha li gerînendetiya Avê hejmara sehrîcan û mîkanîzma belavbûna van sarîcan li ser komîn û meclisan hat diyarkirin. Her wiha saziyên ku divê av bigihîje wan diyar kirine, jê nexweşxane, firin û aş.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê teqez kir ku rêya tekana a çareserkirina vê qutkirinê, ku stasyona Elok ji bin kontrola Tirkiye û hovên wê were derxistin.

Back to top button