Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dr. Şêrwan Berî diyar kir ku, bi sepandina biryara qedexeya derketinê, êdî hejmara pêketiyan ên rojane kêm dibin.
Dr. Berî anî ziman ku vê qedexeya heta niha bandoreke erênî kiriye.
Li gorî Hevserokê Heyva Sor a Kurd, li Dêrik, Qamişlo, Koban û Minbicê hejmara pêketiyan pir kêm bûye, lê li Hesek û Reqayê rojane zêde dibin.
Dr. Berî, hewldana zêdekirina hejmara nexweşxaneyan û textên li nexweşxaneyên taybet bi Coronayê re jî, anî ziman.
Li herêma cizîr û tebqayê qedexeya giştî hat dirêjkirin
Ji xwe duh Rêveberiya Xweser qedexeya giştî li herêma Cizîr û Tebqayê heta hefteyeke din dirêj kir û li herêmên din jî qedexeya beşî ragihand.
Wê qedexe ji 23 heta 29’ê vê mehê dirêj bike