Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kes bi Coronayê mirine

Vîrusa corona bi giranî belav dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kes bi Coronayê mirine û 245 kes pêketine.Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dr. Şêrwan Berî diyar kir ku, bi sepandina biryara qedexeya derketinê, êdî hejmara pêketiyan ên rojane kêm dibin.

Vîrusa Coroan bi xurtirîn di nava şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibe..

Ev vîrus ne zarok, ne jin û ne kalamêran nas nake.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa ragihand ku di 24 seatên dawî de 245 kes bi coronayê ketine 8 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku 12 kes ji Coronayê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re, hejmara kesên bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye 14 hezar û 681 kes, ji wan 485 kes mirine û hezar û 488 kes baş bûne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî duh bi daxuyaniyekê li herêma Cizîr û Tebqayê qedexeya giştî û li herêmên din qedexeya beşî ragihand.

Wê qedexe ji 23 heta 29’ê vê mehê dirêj bike.

Heyva Sor: Li Heseke û Reqa pêketiyên Coronayê zêde dibin

Bi ragihandina vê qedexeyê, Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dr. Şêrwan Berî diyar kir ku, bi sepandina biryara qedexeya derketinê, êdî hejmara pêketiyan ên rojane kêm dibin.

Dr. Berî anî ziman ku vê qedexeya heta niha bandoreke erênî kiriye.

Li gorî Hevserokê Heyva Sor a Kurd, li Dêrik, Qamişlo, Koban û Minbicê hejmara pêketiyan pir kêm bûye, lê li Hesek û Reqayê rojane zêde dibin.

Dr. Berî, diyar kir ku ew hewil didin taybet bajarên ku korona lê zêde dibin textên nexweşxaneyên coronayê zêde bikin.

Back to top button