Di encama êrîşên Çekdarên Dîfaa El-Wetenî de zarokek şehîd bû û yek birîndar bû

Çekdarên Dîfaa El-Wetenî ku li kolana El-Wehde ya Qamişlo 2 zarok birîndarên kiribûn, di encamê de zarokek şehîd bû.

Li gorî nûçegihanên me, çekdarên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li kolana El-Wehde 2 zarokên bi navên Ehmed Hemûd Hemûd 14 salî û Mehmûd Mehmûd yê 10 salî birîndar kirin.

Her 2 zarok yekser rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li taxa Kornîş.

Li gorî agahiyan, zarokê bi navê Mehmûd Mehmûd 10 salî şehîd bûye.

Çekdarên Dîfaa El-Wetenî agirbesta ku bi nav-beynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê pêk hatiye, binpê dikin.ç

Back to top button