HPG: Li Heftenînê 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Heftanînê çalakiyek li dijî dagirkeran pêk anî, di encamê de 2 leşkerên Tirk hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Navendê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, gerîla 20’ê Nîsanê li qada Xantûrê, li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan çalakiyeke xurt kirin.

Di encama çalakiyê de çekek A-4 a li kozikê hate îmhakirin û 2 dagirker hatin kuştin.

Her wiha navendê diyar kir ku artêşa dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek êrişên hewayî pêk anî.

Navendê derbarê êrîşên hewayî de ev agahî parvkir:

15’ê Nîsanê balafirên şer bombe li qada Kesta ya herêma Metînayê barandin.

16’ê Nîsanê balafirên şer derdora Gundê Mînberê yê li qada Deşta Nehlê ya herêma Garê bombe kirin.

19’ê Nîsanê balafirên şer qada Saca û qadên Çemço û Sîda yên Zapê bombe kirin.

Ji ber van êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker, tiştek bi hêzên me nehat.

Nûçeyên li medya şerê taybet ên têkildarî windahiyên me ne-rast in.

Back to top button