Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li Danîmarkayê bi hezaran name ji Sekreteriya Giştî ya NY re hate şandin.
Koma Xebata Kurdan û Efrîkaya Başûr û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr kampanyaya nameyan dabûn destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de ji her derê name ji Sekreteriya Giştî ya NY re tê şandin.
Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Danîmarkayê û Meclîsa Jinan a Sêvê, bi alîkariya hemû komîsyonên xwe 3 hezar û 92 name bi rêya posteyê ji NY’re şandin.
Ji bilî nameyên bi posteyê kesên ji ber vîrûsê nekarîn ji malên xwe derkevin jî, bi e-maîlan name şandin.
Li gorî organîzatoran herî kêm 568 name bi rêya e-maîlê ji NY re hatiye şandin.
Hat diyar kirin ewê çalakiya şandina nameyan bidomînin û ji bo azadiya Rêber Ocalan banga berpirsyariyê li her kesî hat kirin.