Bi hatina rêvberiya Serokê DYA Joe Biden re, aloziya navbera Waşîngton û Enqerê zêde dibe. Pentagon, ji Enqereyê re ragihand ku Tirkiye bi fermî ji bernameya F-35 hate derxistin.
Wezareta Parastina DYA (Pentagon), diyar kir ku wan ji Enqereyê re ragihandine ku bi fermî Tirkiye ji bernameya F-35 derxistin e.
Tirkiye weke hilberînkerê hevpar yê beşek ji pergalên hilberîna balefirê bû.
Bername ji tevlîbûyên Tirkiye û DYA, Birîtanya, Îtalya, Hollanda, Avûstralya, Danîmarka, Kanada û Norveçê pêk dihat.
Tirkiyê di pêngava yekem de 100 balafirên F-35A xwestibû.
Sala 2018’an 4 balafirên F-35 ji bo Tirkiye hatibûn şandin, lê balafir li DYA’yê ne, pîlotên Tirkiyê jî tevlî bernameyê hatibûn kirin.
Piştre jî dîsa 2 balafirên F-35 dan Tirkiyê.
Ji ber aloziya S-400 a navbera Tirkiyê û DYA’yê ev 6 balafir ji bo Tirkiyê ne hatibûn şandin û di çarçoveya Butçeya Parastina 2020’an de biryar hatibû dayîn ku balefirên qala wê tê kirin ji bo Hêzên Hewayî yên welat bigrin.