NATO li dijî Rûsya û Çînê di Hezîranê de li Brukselê dicive

Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) li dijî kiryarên Rûsya û Çînê careke din li Brukselê dicive.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg bi daxuyaniyeke nivîskî ragihan ku wê 14’ê Hezîranê lîderên welatên endamên NATO li Brukselê bicivin.

Jens Stoltenberg diyar kir ku di civînê de, wê nîqaş li ser bihêzkirina NATO ya weke pirekê navbera Ewropa û DYA de be.

Ev yek jî weke fersendekî nayê dîtin binav kir.

Stoltenberg diyar kir ku êrîşkariya Rûsya, gefên terorî, êrîşên sîber, teknolojiya hilweşîner, guherîna avhewa û bihêzbûna Çînê wê rojeva sereke ya civînê be.

Herî dawî civîna ku lîder û berpirsên hikumeta welatên endamên NATO, 2018’an li Brukselê pêkhatibû.

Ji avabûna NATO heta niha 28 civîn pêk hatin.

Civînên bilind yên NATO bi rêvebirina Sekreterê Giştî yê NATO û li welatekî hevalbend tê pêkanîn.

Back to top button