Pakistan..Li otela ku sefîrê Çînê lê dima teqînek pêk hat

Li Pakistanê, li oteleke ya Sefîrê Bilind ê Çînê jî lê dima teqînek pêk hat. Di teqîna ku hikumeta Hindistanê jê tê sûcdarkirin de, gelek kes mirin.

Li oteleke luks a li paytexta Belucistanê Quettayê, teqînek pêk hat ku tê texmînkirin ‘êriş’ e.

Wezareta Karên Hundir anî ziman ku li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de herî kêm 5 kes mirin.

Û 11 kes jî birîndar bûne.

Yek ji mêvanên otelê, Sefîrê Bilind ê Komara Gel a Çînê yê li Îslamabadê û delegasyoneke Çînê bû.

Hate ragihandin ku Sefîrê Bilind û delegasyona pê re di dema teqînê de li derveyî otelê bûn.

Balkêş e ku Wezîrê Karên Hundir piştî teqînê Hindistan sûcdar kir.

Lê belê wezîr têkildarî vê sûcdariyê ti delîl pêşkêş nekir.

Belucistan ku welatê xelkê Belûcî ye û di navbera Îran û Pakistanê de hatiye parvekirin, beşa wê ya li aliyê Pakistanê ji aliyê gaza xwezayî û madenê ve gelekî dewlemend e.

Lê tevî vê yekê jî xelkê wê xizan hatiye hiştin.

Tê zanîn ku Komara Gel a Çînê di çarçoveya Projeya Rêya îpekê de bi milyaran dolarî razemenî li vê herêmê kiriye.

Back to top button