Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryara PKK’ê da

Dîwana Edelatê ya Ewropayê derbarê derxistina PKK’ê ya ji nav lîsteya terorê ku YE’yê biribû temyîzê biryar da. Dîwanê bi sedema di dosyayê de kêmasiyên şêwazê hene, biryara 2018’an a dosyayê ji Dadgeha Giştî re şand.

Êdî di qada navnetewî de derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê de di nîqaşê de ye, heta hin welat ragihandin ku PKK ne rêxistinek terorî ye.

Sala 2014’an, ji rêveberên PKK’ê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan bi rêya parêzerên xwe yên Hollandî li Luksembûrgê li dijî lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê doz vekiribûn.

Li ser vê dozê di 15’ê Mijdara 2018’an de biryar hate dayin.

Dîwana Edaletê ya Ewropayê hincetên Îngilistanê ku weke bi navê Yekîtiya Ewropayê di navbera salên 2014-2017’an de îdîayên xwe pêşkêş kir, têrker nedît û biryar da ku bi van hincetan nabe ku PKK di lîsteyê de bê hiştin.

Lê belê Yekîtiya Ewropayê biryar bir temyîzê.

Dîwana Edelatê ya Ewropayê di wê dozê de ku li dijî derxistina PKK’ê ya ji nav lîsteya terorê YE’yê biribû temyîzê biryar da.

Dîwanê bi sedema kêmasiyên şêwazê ya 2018’an ji Dadgeha Giştî re şand.

Li gorî Mahmût Şakar ku yek ji wan parêzeran e ji serî de dozê dişopîne, got ev biryar nayê maneya ku tê qebûlkirin ku PKK di lîsteyê de be.

Şakar diyar kir biryara ku Dadgeha Giştî derheqê PKK’ê de wê destê wan xurtirbike da ku rengekî xurtir biçin Dadgeha Giştî.

Zûbeyîr Aydar: Rê bi nîqaşên berfireh re vebû

Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ew hê li ser naveroka biryarê dikolin û wiha got:

” Jixwe beriya niha li dadgehan me dixwest ku mijar bi berfirehî wre nirxandin.

Ji bilî sedemên ku YE’yê danî, weke biryara dadgeha Belçîkayê, em dixwazin bi berfirehî were nîqaşkirin bê ka mesele ya terorê ye, an neteweyeke netewî ye.

Li dijî dewleta Tirk heqê Kurdan heye xwe biparêzin an na. Bi me ji niha û şûn de Dadgeha Giştî wê bi berfirehî li ser vê mijarê raweste.”

Hêjayê bibîrxistinêye ku Dadgeha îstînafê ya Belîkayê di 8’ê Adara 2019’an de biryaek dîrokî da û eşkere kir ku PKK ‘şerekî çekdarî yê ne navneteweyî’ dimeşîne û ‘rêxistineke terorîst’ nîne.

Beriya niha jî KCK’ê bang Amerîkayê kir ku biryara derbarê kadroyên pêşeng ê PKK’ê ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dabû betal bike, lêborîne gelê kurd bixwaze û PKK’ê ji lîsteya terorê derxîne.

Back to top button