Li gundewarê Idilbê, hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyên Tirkiyê topbaran kirin, di encama êrîşeke çeteyan de jî 5 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku Îro Hêzên Hikumeta Şamê bi mûşekan deverên Xirbit Neqûs û Enkawî yên li Sehil El-Xab yê rojihilatê Hema yê topbaran kir.
Dûh êvarê jî hêzên hikûmeta Şamê deverên El-Fitîra, Sifohin û Binîn yên li Cebel Zewiyê ya gunedewarê Baîûrê yên Idlibê topbaran kirin.
Duh jî çeteyên Trikiyê êrîşî nuqteyeke hêzên hikumetê yê li gundê El-Rûyêha yê li gundewarê Başûrê Idlibê kir.
Li gorî Çavdêriyê, di enacama êrîşê de 5 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
Her wiha 3 çeteyên Tirk hatin Kuştin.
Li Dera ji hêla kesên nenas du endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
Li parêzgeha Dera jî, çavdêriyê ragihand ku li ser rêya Mizêrîb û Til Şihab du endamên hêzên hikumeta Şamê ji hêla kesên ne nas ve hatin kuştin.