Li Başûrê Kurdistanê di 10 salên dawî de, 490 jin hatine kuştin

Li Başûrê Kurdistanê li gorî daneyên fermî, di navbera salên 2010-2020 de 490 jin ji aliyê malbat an xizmên xwe ve hatine kuştin, Berpirsyarên Tundiya li dijî jinê diyar dikin ku Şerê li dijî terorîstê, qeyrana aborî, rewşa ku bi pandemiya re hate ji sedemên zêdebûna tundiyê ye.

Tundiya li dijî jinê li Başûrê Kurdistanê gihiştiya asteke metirsîdar.

Li gorî daneyên fermî, di 10 salan de li Başûrê Kurdistanê 490 jin hatine kuştin.

612 bûyerên xwekuştinê rû dan û her wiha 73 hezar 15 gilî hatin tomarkirin.

Di 20 salên dawî de, gelek komele û rêxistin ji bo parastina mafên jinan û pêşîgirtina li tundiya li ser jinan hatin damezrandin.

Seroka Encûmena Mafên Jinan a Parlamentoya başûrê Kurdistanê, Şadî Newzad diyar kir ku Tundiya li ser jinan her tim hebû.

Li başûrê Kurdistanê, tundiya fizîkî, derûnî û aborî jî wekî sedemên sereke yên tundiya li dijî jinan derdikeve pêş.

Li gorî daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Jinê ya başûrê Kurdistanê ên sala 2021’an :

Di meha Çile de, 8 bûyerên kuştin û xwekuştin rûdan.

8 bûyerên xwe şewitandinê,

5 destdirêjî û 66 jinan gilîyên xwe tomar kirinê pêk hatine.

Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya başûrê Kurdistanê Leyla Ebdulcabbar jî anî ziman ku,

Ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan, divê cezayên girantir werin danîn.

Bikaranîna xirab ya medyaya civakî jî ji sedemên zêdebûna tundiyê ye.

Cîgira Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Jinan Arî Refîq destnîşan kir ku dadgeh gelek caran sûcdar bi kefalet serbest berda û wî ceza nekirye.

Nerîman Osman: Ger cezayên giran bidin kujeran, kes cesaret nake jinan bikuje

Seroka Encûmena Rêveber a peymangeha Narîn Nerîman Osman,balkişand ser rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê û wiha got:

Jin di mijarên giring ên navbera partiyên siyasî û danûstandinên navbera welatên derve de ne xwedî biryarin.

Ev tev dibin astengî ji bo jinek bikare xwe bi pêşxe.

Nerîman Osman derbarê zêdebûna tundiyê jî wiha axivî:

Kujerên jinan jî nayên cezakirin, ger yasa serwer be û bi cezayên giran werin cezakirin, kesek cesaret nake ku jineke bikuje.

Divê zagon û dadgeh werin bi hêzkirin, saziyên asayîş û polîs karên cidî bikin û sûcdarên jinan werin cezakirin.

Back to top button