Li ser xeta gundê Dibis û Xaldiyê satirên nû tên avakirin

Hemwextê topbarana rojane, dewleta Tirk satiran li derdora gundewarên navçeya Eyn Îsayê ava dike.

Li nêzî gundê Dibis ê vê navçeyê weke di dîmen de tê xuyakirin artêşa Tirk satiran li seranserî sînorê gund bilind dike.

Her wiha va ye li ser xeta gundê Xalidiyê yê heman navçeyê bulldozerê dagirkeriyê kolanê dikin û satirên nû ava dikin.

Li Girê Spî leşkerên Tirkiyê ciwanekî li ser sînor kuşt

Artêşa dagirker ne tenê dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh dike, her wiha sivalan jî dike armanc.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku leşkerên artêşa dagirker li ser sînor bajarê Girê Spî ciwanekî Sûrî yê ji bajarê Reqayê li ser sînora bi giranî êşkence kir û ew kuşt.

Çavdêriya diyar kir ku ev bûyer di 17″ê mehê de pêkhatiye.

Back to top button