Hêzên Ewlekariyê li taxa Tey miqdarke çek û cebilxane desteser kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di paqijkirin û pêşdeçûna li taxa Teyî ya Qamişlo de gelek çek, cebilxane û alav li navendeke çekdarên Dîfaa El-Wetenî desteser kirin.

Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çekdarên Dîfaa El-Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê de berdewam dike.

Hêzên ewlekariyê li taxa Teyî pêşde diçe û xebatên paqijkirina taxê didomîne.

Di vê çarçoveyê de di baregeheke Dîfaa El-Wetenî de gelek çek, sendoqên cebilxane, mûnê û madeyên tibî desteser kirin.

Back to top button