Cîgirê nûnerê serokatiya Amerîka bi Rêveberiya Xweser re civiya

Îro cigîrê nûnerê serokatiyê ya DYA’yê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya û gelek mijarên girêdayî herêmê di aliyên xizmetguzarî, aborî, tenduristî û ewlehî de nîqaş kirin.

Îro cîgirê nûnerê serokatiyê ya DYA’yê David Brownstein bi hevserokên rêveberiyê Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid re civiya.

Civîn li bajarê Hesekê pêk hat.

Her du aliyan li ser gelek dosyayên stratejîk ên girêdayî herêmê axivîn, jê jî plana Rêveberiya Xweser a pêşerojê bi taybet digel rewşên dijwar ên krêt, çawaniya dabînkirina xwetêrkirinê ji berhemên çandiniyê.

Her wiha li ser berdewama piştevaniya DYA’yê ji Rêveberiya Xweser re di aliyê xizmetguzarî, aborî û ewlehiyê de nîqaş hatin kirin.

Her du aliyan bi awayekî berfireh behsa bandora neyînî ya pandemiya vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya xweparastinê kir.

Her wiha hate destnîşankirin ku heta niha tu derman li dijî vê nexweşiyê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nehatin şandin.

Back to top button