Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî sivîlek kuşt û 3 jî birîndar kirin

Li Girê Spî di encama pevçûna navbera şêniyên eşîra Tewabile û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li sûka bajarokê Hemam Tirkmen de welatiyê bi navê Hemod El-Zîbe jiyana xwe ji dest da û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa ANHA’ê, di encama pevçûna navbera şêniyên ji eşîra Tewabile û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li sûka bajarokê Hemam Tirkmen de welatiyê bi navê Hemod Mihemed El-Zîbe jiyana xwe ji dest da û 3 sivîlên dîtir jî bi giranî birîndar bûn.

Piştî Hemod birîndar bû, yekser rakirin nexweşxaneyeke dewleta Tirk û li wir jiyana xwe ji dest da.

Back to top button