DEMÎRTAŞ: DIVÊ HER KES BIÇE SER SINDOQAN

Hevserokê berê yê girtî HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo hilbijartina herêmî bang kir û got:
Dengê hilbijêrên HDP’ê stratejîk e.
Ji bo ku mirov dersekê bide van jî mirov divê biçe ser sendoqê.

Selahattîn Demîrtaş ji rojnameya Yenî Yaşamê re têkilî hilbijartinê peyam da hilbijêrên HDP’ê.

Demîrtaş di peyama xwe de wiha got:

Ne tifaqeke me û ne jî hevkariyeke me bi CHP’ê û ÎYÎ Partiyêre heye.

Demîrtaş daxwaz ji gel kir ku herin ser sindoqan û dengê na ji faşîzmê re bikar bînin.

Demîrtaş wiha got;

Encamên hilbijartinê dibe ku ji geşbûna demokrasî û aştiyê re bibe fersend.

Ji bo vê jî dengê we pir hêja ye. Qet li boykotkirina hilbijartinê nefikirin.

Dengê we bi hêzeke pir peyam e, dengekî stratejîk e.

Bila her kes bizanibe faşîzmeke hişkere heye û li dijî vê, berxwedaneke zelal, wêrek heye.

Ji bo ku mirov dersekê bide faşîzmê divê her kes biçe ser sendoqê.

Leave a Reply

Back to top button