Hikmet Hebîb: Divê Difa El-Wetenî ji Qamişlo bê derxistin

Cîgirê Desteya Hevserokatiya (MSD) Hikmet Hebîb û Sekreterê Partiya Demokrata Kurdî Sûrî Cemal Şêx Baqî li ser êrîşên çeteyên Dîfa El-Wetenî axivîn û diyar kirin ku çeteyên Dîfaa El-Wetanî hêzên nefermî ne û divê ji Qamişlo werin derxistin.

Cîgirê Desteya Hevserokatiya (MSD) Hikmet Hebîb jî diyar kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetanî hêzên nefermî ne, ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê tev digerin û bi van êrîşan dixwazin ku xirabî, wêranî û şerê naxweyî li herêmê çêbikin.

Derbarê operasyonên ewlehkirina taxa Tey ji aliyê hêzên Asayîşê ve, Hebîb destnîşan kir ku hêzên Ewlekariya Hundirîn tu kirinê li dijî tu taxekê nakin, lê hebûna van çeteyan û bendên wan ên kontrolê li taxa Tey, hişt ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi van operasyonan bikin.

Hebîb mixabîniya xwe der barê nêzîkatiyên hikumeta Şamê anî ziman û arandinên wan şermezar kir.

Cîgirê Desteya Hevserokatiya MSD’ê di dawiyê de bang li hikumeta Şamê û Rûsyayê kir ku van çeteyan ji Qamişlo derxînin.

Her wiha banga hişyariyê li tevahî pêkhateyan, bi taybet pêkhateya Ereb û eşîrên Ereban kir ku li pey şerê taybet û fitenê neçin.

”Çeteyên Dîfa El-Wetenî ji bo têkbirina aramiya herêmê hatine avakirin”

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd Sûrî Cemal Şêx Baqî jî li ser mijarê axivî û diyar kir ku çeteyên Dîfa El-Wetenî tenê ji bo têkbirina aramiya herêmê hatine avakirin..

Back to top button