Dadgeha Mûsilê biryara darvekirinê ji bo 4 ciwanên Êzidî da

Derbarê bûyera kuştina du kesan li derdora Şengalê, dadgeha Mûsilê ya Iraqê biryara darvekirinê ji bo 4 ciwanên Êzidî da.
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da û banga nerazîbûnê li civaka Êzidî kir.
Li ser vê bangê jî gelê Êzidî yê li Şengalê daket qadan û nerazîbûn nîşan da.

Di 26’ê Îlona 2020’an de 2 ciwanên ji eşîra Şemir, li ser rêya navbera Tilizêr û Şengalê hatibûn kuştin.

Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 ciwanên Êzidî ku temenê wan di bin 20 salî de ye, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve bi îdîaya kuştina 2 ciwanên eşîra Şemir hatibûn girtin.

Dadgeha Ceza ya Musilê di 21’ê Nîsana 2021’an de derbarê 4 ciwanên Êzidî de biryara bidarvekirinê da.

Ji bo bicîhanîna biryarê, pêwîst e serokomarê Iraqê erê bike.

Rêveberiya Şengalê banga nerazîbûnê li civaka Êzidî kir

Li ser biryara darvekirinê, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê û nerazîbûn nîşan da.

Daxuyanî li bajaroka Sinûnê bi amadebûna endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de biryara darvekirinê weke biryarek siyasî hat pênasekirin û wiha hat gotin:

“Hikûmeta Iraqê qanûnê tenê li ser civaka Êzidî pêk tîne.

Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û tevî hebûna belgeyan ku destê wan di xwîna Êzdiyan de heye jî, biriyara darvekirinê ji bo wan dernaxîne.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê anî ziman ku ew van nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê wek fermanek nû dibînin û bang li gel kir ku li dijî vê neheqiya li ser ciwanên wan tê kirin bêdeng nemîne û dakevin kolanan.

Gelê Şengalê bi meşekeke girseyî li ber bîryarê rabû

Li ser vê bangê jî gelê Êzidî meşkeke girseyî li navenda Şengalê li dar xist.

Şengaliyan banga betalkirina bîryara darvekirina ciwanên Êzidî kir.

Back to top button