34 Parlamenterên Ewropî bang li YE kir ku ji bo doza Kobanê çavdêrekî bişîne

Doza Kobanê 26’ê vê mehê wê dest bike û ji ber dozê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahadîn Demîrtaş û 108 siyasetmedarên din wê bên darizandin.
Derbarê mijarê de 34 parlamenterên Parlamenta Ewropayê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku çavdêrekî ji bo dozê bişîne.
Enternasyonala Pêşverû jî ragihand ku ew ê bi şandeyekê tevlî rûniştina pêşî ya Doza Kobanê bibin.

34 parlamenterên ji partiyên cuda yên li Parlamenta Ewropayê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku doza Kobanê ku wê 26’ê nîsanê dest pê bike bişopîne ku tevî Hevserokê berê yê HDP’ê Selahadîn Demîrtaş 108 siyasetmedar lê tên darizandin.

Parlamenteran diyar kirin ku baweriya bi sîstema demokratîk a Yekîtiya Ewropayê li ser maseyê ye.

Parlamenteran xwestin ku Yekîtiya Ewropayê çavdêrekî bişîne ji doza Kobanê re ku wê piştî sê rojan dest bike.

Enternasyonala Pêşverû: Em ê bi şandeyekê tevlî rûniştina pêşî ya dozê bibin

Enternasyonala Pêşverû jî derbarê Doza Kobanê de bi armanca piştevaniya bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re peyamek weşand.

Di peyamê de ya bi ser navê, ”Li Tirkiyê demokrasî tê darizandin. Ji bo ku em wê biparêzin em seferber dibin”, hate gotin HDP ne bi tenê ye.

Enternasyonala Pêşverû ragihand ku ew ê bi şandeyekê tevlî rûniştinê bibin.

Di şandeyê de endamê parlamentoya Polonya Macîej Konîeczny, şêwirmenda hiqûqa sereke ya partiya Mera25 a li Yewnanîstanê Eva Ampazî û Koordînatorê Giştî yê Enteryasyonal Pêşverû Davîd Adler hene.

Back to top button