Sîsî û Putin peymana seferên balefiran îmze kir

Qahîre û Moskowa piştî zêdeyî 5 salan careke din li ser destpêkirina seferên balefiran navbera herdu welatan li hev kir.

Serokomarê Misirê Ebdulfeteh El Sîsî têkildarî mijarê hevdîtineke telefonê li gel Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin pêk anî.

Serokomariya Misirê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:

Herdu lîderan têkildarî rewşa Lîbya û Bendava Hedasî, Qenala Siwês û santrala nukleerî ya li Dabaa axivîn.

Lîderan ragihandin ku wan li ser vekirina rêyên seferî yên navbera herdû welatan de lihev kirine.

Sîsî û Putin keyfxweşiya xwe ya li ser xurtbuna têkliyên navbera herdu welatan de anîn ziman.

12’ê Nîsanê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov serdana Misirê kiribû.

Lavrov diyar kiribû ku tevî seferên balefiran, ew dixwazin danustandinên navbera Qahîre û Moskowa de xurt bikin.

31 Cotmeha 2015’an balefira rêwiyan a Rûsya ku 200 kes li nav bûn li Sîna ketibû.

Piştî vê yekê Rûsya seferên balefiran ji bo Misirê dabû rawestandin.

Back to top button