DYA: Rejîma Esed ji 2013’an ve zêdeyî 50 carî kîmyewî bi kar aniye

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bi dengdana piraniya dewletan, hikumeta Şamê ji çalakiyên xwe bêpar kirin. Li ser vê yekê, Amerîka, Brîtanya û YE’yê kêfxweşiya xwe anî ziman û banga eşkerekirina bernameya wê ya çekên kîmyewî kir.

Berdevkê Wezateta Derve ya Amerîkayê Ned Price anî ziman ku, “rejîma Baas ji sala 2013’an ve zêdeyî 50 carî çekên qedexekirî bi kar anîne.”

Roja Çarşemê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li ser bikaranîna hikumeta Şamê a çekên kîmyewî li dijî Sûriyan, hikumet êdî ji mafê dengdan, namzetbûna ji bo encumena cîbicîker a rêxistinê û girtina erkan, bêpar kir.

Li ser biryara Rêxistinê, 87 ji 193 dewletan deng da.

Li hemberî wê, 15 dewletan di serî de Sûriye, Rûsya, Çîn û Îran li dijî biryarê derketin.

Her wiha 34 dewlet bêalî man.

YE: Divê Esed bernameya xwe ya çekên qedexekirî eşkere bike

Brîtanya û YE’yê jî bi giştî ev biryar pêşwazî kir û bang li Esed kirin bernameya xwe çekên kîmyewî eşkere bike.

Duh hikumeta Şamê li dijî vê yekê derketibû û ew weke gaveke metirsîdar a dijminane bi nav kiribû.

Alîgirê wê Rûsya jî li ser vê biryarê got ku êdî rêxistin veguheriye alaveke sîyasî.

Hikumeta Şamê Adara 2017’an gaza klor û sarînê li bajarokê Letamineyê yê Hemayê, her wiha sala 2018’an li bajarokê Seraqibê yê başûrê Helebê bi kar anî.

Dewleta Tirk ya dagirker jî di êrîşên li ser Efrîn û Serê Kaniyê de, fosfora spî şewitîner bi kar anî. Lê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî “OPCW” ji bo vê li dijî dewleta dagirker ti gavekê navêje.

Back to top button