Dîfaa El-Wetenî ji komek diz û sûcdarên ku berê di zindanan de bûn hate avakirin

Difaa El-Wetenî ku sala 2012’an, bi armanca girtina xwepêşandêr û muxalifan, ji hêla hikûmeta Şamê ve hate avakirin, li gelek herêmên Sûriyê sûc û binpêkirin li dijî gelê Sûrî pêk anîn.
Gelek raporên navneteweyî teqez kirin ku destê çeteyên Difaa El-Wetenî di gelek sûc û komkujiyên di şerê Sûrî de, hene.
Ev çeteyên bi navê Dîwa El Wetenî heta niha jî li bajarê Qamişlo û Hesekê ji bo têkbirina aramiya civakê û derxistina tevliheviyê di nava liv û tevgerê de ne.

Di deh salên şer û aloziya sûrî de, gelek komên çete di bin navên cuda û bi armancên cuda hatin avakirin. Ew komên çete gelek binpêkirin û sûcên şer dijî gelê Sûrî pêk anîn.

Yek ji wan komên çete Difaa El-Wetenî yê girêdayî Hikûmeta Sûrî ye, ku di sala 2012’an ji komek diz û sûdarên ku berê di zindanan de bûn, hate avakirin.

Hikûmeta Sûrî ew çete di gelek qadên şer li gelek herêmên Sûriyê bi kar anîn.

Çeteyên Difaa El-Wetenî ji şerkirin zêdetir, sûc û binpêkirin li dijî gelê Sûrî pêk anîn, û mal û milkên wan talan dikir.
Çeteyên Difaa El-Wetenî, hemû herêmên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nav de, dîrokeke wan a reş heye. Gelek kesayetên welatparêz ên muxalif yên ku red dikirin sivîlên Sûrî werin kuştin, girtin.

Di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Hesekê, çeteyên Dîfaa El-Wetenî li kêleka DAIŞ’ê şer kir

Di sala 2014′ an de, dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Hesekê kir, zêdetirî 600 çeteyên Difaa El-Wetenî tevî hemû çek û cebilxaneyên xwe ji hikûmeta Sûrî veqetiyan û li kêleka çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Her wiha malûmilkên sivîlan li Taxa Neşwa Xerbî, Neşwa Şerqî û Xiwêranê talan kir.

Gelek caran jî şer di navbera niştecihên wan taxan û çeteyên Difaa El-Wetenî pêk hat. Ji ber ku niştecihên herêmê red dikirin ku ew derbasî herêmên wan bibin.

Di sala 2013’an de, piştî ku Hikûmeta Şamê desteka diravî da çeteyên Difaa El-Wetenî, êdî Difaa El-Wetenî weke hêzêke hema bêje fermî hate hesibandin. Wê demê gelek sûcdar û girtiyên zindanan ku bi şertê tevlî Difaa El-Wetenî bibin, ji zindanan hatin derxistin û tevlî wan çeteyan bûn.

Hikûmeta Şamê çeteyên Difaa El-Wetenî di êrîş, komkujî û koçberkirina şêniyan li Deraa, Homs, Hema, Şam, Hesekê û Qamişlo baş bi kar tanî.

Di demên dawî de, Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek çeteyên Dîfa El Wetenî ku hewl didan teqînan li herêmê pêk bînin girtin.

Di van rojan de, careke din Difaa El-Wetenî derketin holê û çetetiya xwe dewam dikin.

Beriya çend rojan bi êrîşekê endamê Asayîşê Xalid Milhim Osman hedef girtin û ew şehidxistin. Di encamê de şerek di navbera wan û hêzên Ewlehiya Hundirîn li Taxa Tey ya li bajarê Qamişlo qewimî û hîna jî dewam dike.

NY tekez kir ku destê çeteyên Dîfaa El-Wetenî di 9 komkujiyên li Sûriyê de hene

Hêjayî bibirxistinê ye ku beriya niha Komîteya Mafên Mirovan a girêdayî NY di raporeke xwe de tekez kiribû ku çeteyên Difaa El-Wetenî tevlî gelek operasyonan bûne ku di encamê de 9 komkujî li dijî sivîlan pêk anîne.

Back to top button