Ukrayna: Ji ber biryaradariya me Mosko paşde gav avêt

Hêzên Rûsya ji doh ve dest bi vekişîna ji sînorê Ukraynayê kiriye.
Wezîrê Karê Derve yê Ukraynayê jî vekişîna Rûsya bi biryaradariya Kîevê ve girê da û spasiya hevalbendên xwe kir.

Wezareta Karê Derve ya Ukrayna li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Wezaretê keyfxweşiya xwe ya vekişîna hêzên Rûsya ku li ser navê Wezîrê Parastina Rûsya Sergey Şoygu anî ziman.

Ev gava Moskova wê atmosfera li herêmê kêmek jî be daxe û nîşaneyek ya dawî anîna krîza navbera herdû welatan de ye.

Wezaretê spasiya hevalbendên xwe yên di aloziyê de piştavaniya wan kirî kir.

Di vê navberê de Rûsya dest bi vekişîna hêzên xwe yên li herêmê kiriye.

Balefirên şer li asîmanên Atîna firiyan

Lê li aliyekî din tetbîqata leşkerî ya ku bi serkêşiya DYA li Yunanîstanê didome.

DYA, Fransa, Îsraîl, Spanya û Îmarat beşdarî tetbîqatê bûne.

Back to top button