Artêşa Tirk li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê dest bi êrîşan kiriye

Artêşa dagirker di salvegera 106. komkujiya Ermenan de li dijî kurdan êrîşê dagirkeriyê da destpêkirin.
Artêşa Tirk li herêmên Parastina Medyayê, weke Metîna, Avaşîn û Zapê êrîşeke mezin a dagirkeriyê da destpêkirin.
Artêşa dagirker herêmên navborî li hin giran bi helîkopteran hewl dan hin leşkeran dayne lê rastî bersiva tund a gerîla hat.
Hate ragihandin ku taybet artêşa dagirker li Avaşînê derbên giran xwariye.

Dewleta Tirk a dagirker niha li hindir û derve krîzek siyasî, aborî û leşkerî jiyan dike, taybet bi serkeftina gerîla ya Garê ve ev kirîz kurtir bû.

Artêşa dagirker ji bo xwe ji van kirîzên navborî xilas bike dîsan li Herêmên Parastina Medya yên weke Metîna û Avaşîn li bejahî û hewayî de êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin.

Li gorî ajansa Firatê artêşa dagirker di saet 20:00’ê duh êvarê de, li ser Derarê, Koordîne û Stûnê yên devera Zendûra ya herêma Metîna êrîşa dagirkeriyê daye destpêkirin.

Artêşa dagirker piştî bombebaranek giran dema xwest leşkerên xwe li Zendûrayê deynîn gêrîla li wan dan.

Derbarê encamê êrîşa dagirkeriyê te ti agahî heta niha nehatiye parvekirin.

Cihê ku artêşa Tirk bombe dike, li ser sînor e Bakûrê Kurdistan û Başûrê Kurdistan e û weke xeta Qeşûra tê zanîn.

Artêşa Tirk hemwextê Metîna li Avaşîn jî êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin.

Artêşa dagirker bi helîkopterên Kobra devera Mamreşo ya Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî bombe kirin.

Piştre jî helîkopterên Skorsky di nîva şevê de leşker danî girê Mamreşo.

Li gor ajansa Firatê`ê, li ser bersivdayîna gerîlayên HPG/YJA Starê şer bi dijwarî qewimî. Gerîlayan derbên giran li dagirkeran dan.

Artêşa Tirk a dagirker ku windahiyên mezin dan. Niha li herêmê navborî êrîş dewam dike û belav dibe.

Piştî qadên Metîna û Avaşînê vê sibehê artêşa Tirk a dagirker êrîşên dagirkirinê li ser Qela Bêdewê, Şehîd Munzur, Dola Nêrwe û Kinyanişê yên Zapê da destpêkirin.

Back to top button