Dagirkeriya Tirk gundê Kêste yê Zaxoyê bombebaran kir

Li Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk her hene û duh dagirkeriya Tirk gundê Kêste yê Zaxoyê kir armanca êrîşên xwe.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh êvarkî, gundê Kêste yê bi ser navçeya Zaxo ya Dihokê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan piştî ku dagirkeran gundê navborî bombebaran kir, hin topên xwe jî avêt bi ser de.

Heman rojê, artêşa Tirk gundê Keşanê yê Zaxoyê topbaran kiribû.

Back to top button