Li Qamişlo..Hêzên Asayîşê, li taxa Tey jimaerk çek û çebilxane dîtin

Hêzên Asayîşê îro di çarçoveya operasyonên ewlekirina taxa Tey jimarek çek û çebilxane dîtin.

Hêzên Asayîşê li taxa Tey ya bajarê Qamişlo operasyonên ewlehîkirina dabû dest pê kirin..

Di vê çarçoveyê de vê sibehê hêzên asayîşê li malekê li kolana Xewle Bin EL-Ezwer de, laptopek û gelek çek û cebilxane dîtin.

Duh êvarê careke din agirbest hatibû ragihandin lê dîsa jî di saetên êvarî de çeteyên Dîfaa El-Wetenî agirbest bipê kirin.

Çeteyên navborî êrîşî nuqteyên Hêzên asayîşê yên li taxa Hilko ya başûrê bajarê Qamişloyê kirin.

Çeteyan çekên navîn û topên RPG di êrîşên xwe de bi kar anîn.


Asayîşê cenazeyên 3 çeteyan radest kirin

Li aliyekî din jî îro Asayîşê cenazeyên 3 çeteyan radestî Komîteya Têkiliyan a Polîsên Leşkerî ya Rûsya û hikumeta Şamê kirin.

Li bajarê Qamişlo çeteyên Dîfa El-Wetenî ji roja Sêşemê ve bi armanca têkbirina aramiya bajêr êrîşî hêzên Asayîşê kirin.

Back to top button