Yûnanistanê ragihand ku 4 ton madeyên hişbir dê ji Libnanê ber bi Slovakyayê biçûna, hatin girtin.
Hikûmeta Yûnanistanê da xuyakirin ku, 4 ton hişbirên di nava alavên şêraniyê de hatibûn veşartin û dê ji Libnanê ber bi Slovakyayê bihatana şandin, piştî agahiyên ji aliyê Amerîkî ve hatin girtin.
Yûnanistanê da zanîn ku, bi alîkariya Siûdiyê ev madeyên hişbir hatin girtin û nirxê wan, nêzî 33 milyon ewro ye.
Li aliyekî din, Siûdiyê jî bêtirî 2 milyon libên hişbir ku di nava barikên fêkiyên Libnanî de bûn, girtin.
Li ser vê yekê, Siûdiyê rê li ber derbasbûna hatina barên fêkî û sebzeyên ji Libnanê girt.