Saziya Mait: DAIŞ Parzemîna Efrîkayê ji bo jinûve zindîbûna xwe bi kar tîne

Piştî têkbirina wê li Sûrî û Iraqê, DAIŞ’ê niha jî, li Parzemîna Efrîkayê hewl dide xwe ji nû ve zindî bike.

Saziya Mait ya aştî ya Misirê da zanîn ku, DAIŞ’ê sala borî li 27 welatên li Parzemîna Efrîkayê bêtirî 525 êrîşên xwînmijî yên pêk anîn, di encamê de 7030 kes hatin kuştin.

Ramiyarê Istratîjîk yê Misirî Semîr Ferec daxuyand ku dever in hene çeteyên DAIŞ’ê çalak bû, berevajî wê yên din ku hîn jî di asta xwe ya kombûyînê de ye, û mînaka wê li Misirê da.

Her wiha, Mamosteyê Zaniyarên Istratîjîk li Qahîrayê Nesir Salim anî ziman ku rêxistinên teror derfetekê digere da kirinên xwe yên terorîst bi kar bînin.

Tê zanîn ku DAIŞ li Efrîkayê ji bo jinûve zindîbûna xwe, rewşa ewlehî, aloziya siyasî û vîrûsa Cornayê derfet digire.

Back to top button