Rêxistinên jinan: Endamtiya Îranê di komîteyeke têkildarî jinan de ji jinên îranî re îxanet e

Rêxistinên jinan ên Îranê yên li Ewropayê destnîşan kir hilbijartina Îranê wek endam di komîteyeke NY’î ya têkildarî jinan de, îxaneta li jinên îran ye ku desthilatên Îranê jinan kêmtirî mêran dibînin.

Rêxistinên jinan ên Îranê yên li Fransa, Swêd û Îtalyayê hilbijartina Îranê wek endam di komîteyeke NY’î ya têkildarî rewşa jinan de, şermezar kir û got:

Ev endamtiya ku dê 4 salan berdewam bike, ji hemû jinên Îranê re îxanet e.

Roja înê her 3 rêxistinan bi daxuyaniyeke hevbeş got:

Em komeleyên jinan hilbijartina rejîma Îranê, wek îxanetekê ji hemû jinên îranî re bi nav dikin ku di dirêjahiya 40 salî de bûn qurbaniyên sereke yên vê pergalê.”

Roja sêşemê Meclisa Aborî û Civakî ya NY`yê Îran wek endam di Komîteya NY`yê ya têkildarî rewşa jinan de ji bo 4 salan, hilbijart.

Ev endamtî di civîna yekemîn a gera 67`an a sala 2022`yan de dest pê dike.

Back to top button