Şêniyên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê rabûn

Şêniyên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dan û xwestin ku dijî van êrîşan helwest were nişandan.
KNK’ê jî bang li gelê Kurd kir ku li hemberî operasyona dagirkeriyê bêdeng nemînin.
Li dijî êrîşên artêşa Tirk KCDK-E û KON-MED’ê jî bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku dakevin qadan.

Nerazîbûnên welatiyên başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin.

Gundiyên Hirorê û Kestê yên ku gundê wan hatine bomberankirin nerazîbûnek tund nîşan dan û gotin ew bi tu awayî van êrîşan qebûl nakin.

Gundiyan her wiha xwestin ku dijî êrîşan helwest were nişandan.

Li aliyê din, hat ragihandin ku piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê, li devera Girê Biyê ya di navbera Zaxo û Bêgova de, xetên înternet û telefonê hatine qutkirin.

KNK: Divê Kurd li her derê li ber êrîşên dagirkeriyê rabin

Têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) peyameke nivîskî weşand.

KNK’ê diyar kir dewleta Tirk di rojeke taybet de ev operasyona dagirkirinê daye destpêkirin û da zanîn ev roja qetlîam û qirkirina li ser gelê Ermen e.

Hat gotin armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê operasyonê jî qirkirina gelê Kurd e.

KNK’ê bang li gelê Kurd kir ku divê li hemberî vê operasyona dagirkeriyê nerazîbûna xwe bidin nîşandan.

Her wiha bang li NY, Yekîtiya Ewropa û NATO û saziyên navneteweyî hat kirin ku demildest têkevin nav hewldanan û vê qetlîama li ser gelê Kurd bidin sekinandin.

Hîwa Seyid Selîm: Armanc ew e ku Başûr û Bakurê Kurdistanê ji hev veqete

Têkildarî êrîşên dagirkeriyê endamê Polîtboruya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Hîwa Seyid Selîm axivî û diyar kir ku ev herêm her çiqas di warê stratejîk de dijware, lê armanca Tirkiyê dagirkirina wan e.

Selîm destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ew e ku bi riya operasyonên xwe Başûr û Bakurê Kurdistanê ji hev veqetîne.

Endamê Polîtboruya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Hîwa Seyid Selîm anî ziman ku armancek din a operasyonê ew e ku krîza navxweyî ya Tirkiyê were veşartin

KCDK-E û KON-MED’ê banga lidarxistina xwepêşandanan kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa’yê derbarê êrîşên artêşa Tirk li ser Metîna, Avaşîn û Zapê ya li dijî gerîlayan daxuyaniyek da.

KCDK-E’yê diyar kir artêşa Tirk bêyî ku cudabûnê bike nava sivîl-gerîla qirkirina Kurdan daye ber xwe.

KCDK-E’yê bang li gelê Kurd, şoreşger, demokrat, rewşenbîran, gelên Ewropa û cîhanê kir ku ji bo sûc û dagirkeriya Tirk were teşhîrkirin bikevin nava tevgerê.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) jî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir.

KON-MED’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang li Kurd û dostên wan kir ku dakevin qadan û xwepêşandanan li dar bixin.

Back to top button