Hikumeta Şamê dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde dike

Di demekê de çeteyên wê li Qamişlo tevlihehiyê dikin, hêzên hikumeta Şamê dorpêca xwe ya li dijî sivîlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, zêde kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir piştî şerên dijwar ku di navbera asayîş û çeteyên Dîfa El-Wetenî li Qamişlo, hêzên hikumetê ji duh ve dorpêca xwe li ser her du taxan zêde kirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku hêzên hikumetê benda Cizîrê li ber şêniyên Şêxmeqsûd girt, li ser bendên bi ser taxa Eşrefiyê ve jî tedbîrên zêde hate kirin.

Her wiha şêwazên fetisandinê li ser şêniyan bi kar anî.

Li gorî rêxistinê, li taxên Bistan Başa, Eşrefiyê û Mîdan yên Helebê jî, hêzên hikumetê welatiyên kurd armanc kirin û erebeyên wan kontrol kirin û sivîl girtin.

Hikumeta Şamê, dema çeteyên xwe tevliheviyê li Hesekê û Qamişlo derdixin, dorpêckirina taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê weke kaxeza zextê bi kar tîne.

Back to top button