Li navçeya Şêrewa sivîlekî 29 salî hat revandin

Sûcên dewlata Trik a dagirker li dijî Efrîniyan bi dawî nabin, vê carê dagirkeran ji navçeya Şêrewa sivîlekî 29 salî revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Mihemed Umer 29 salî yê ji gundê Basûtê yê Şêrewa revand.

Pêncşema borî, çeteyan Xelîl, bavê du zarokan revand, heya niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Li Mabata sivîlek bi giranî hat êşkencekirin

Li navçeya Mabata jî, ji ber şêniyê bi navê Mistefa Birîm Henan ê 33 salî daxwaza mala xwe kir, çeteyan ew bi giranî êşkence kir.

Li gorî rêxistinê, rewşa wî ya tendurstî di metirsiyê de ye.

Du malên Efrîniyan hatin destserkirin û firotin

Li aliyekî din, Li Efrînê, çeteyan mala şêniyê bi navê Xelîl Mihemed yê ji gundê Basûtê yê şêrewa desteserkiribû, bi sê hezar dolar Firotin.

Li gorî Malpera Afrinpost, li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê, çeteyan mala şêniyê bi navê Melaz Mistefa Hebeş yê ji gundê Çençeliya ya Raco jî bi Hezar û 200 dolar firotin.

Back to top button