Rûspiyên êlên Dêrazorê hewildanên têkbirina ewlehiyê şermezar kir

Şêx û rûspiyên Dêrazorê li ber hewldanên derxistina tevliheviyê ji aliyê hikumeta Şamê û çeteyên wê ve yên li Hesekê û Qamişloyê, rabûn û ev hewldan şermezar kirin.
Malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo jî hewldanên tevlîheviyê ên hikumeta Şamê şermezar kirin.

Şêx û Rûspiyên êlên Dêrazorê yên li bajarokê Şihêl dimînin têkildarî bûyerên dawîn ên li bajarê Qamişlo daxuyanî da.

Rûspiyan di daxuyaniyê de ragihandin ku ew kiryarên ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk ve bi desteka çeteyan û şaneyên DAIŞ`ê pêktînin, red dikin.

Der barê kuştina rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan de ji aliyê çeteyan ve, rûspiyan teqez kir ku çete bi tevahiya rêbazan hewl didin ewlehiya li herêmê têk bibin, ew jî bi riya hedefgirtina kesayetên welatparêz û rûspiyan.

Rûspiyan bang li gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi fitneyan neyên xapandin.

Rûspiyan di dawiya daxuyaniyê de eşkerekirin ku êdî lîstik ji her kesî ve eşkere bûye û êlên Ereb ên Dêrazorê hemû bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne ku ewlehiya herêmê diparêzin.

Endamê malbatên Şehîdan ya li bajarê Qamişlo jî ev êrîşên çeteyên Dîfaa El-wetenî ku her ji demekê li dijî hêzên Asayîşê pêk tên weke kelemekê li pêş Rêveberiya Xweser pinavkirin.

Back to top button