Li Êrîvanê bihezaran kes ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirinê meşiyan

Ji bo careke din rastî heman qirkirinê neyên 106 sale, her tim merasîma bîranînê lidar dixin.
Ermeniyên ku ji aliyê pêşiyên dewleta Tirk Osmaniyan ve hatin qirkirin, careke din di salvegera bîranîna qurbaniyan de li qadan bûn.
Li paytexta Ermenistan Êrîvan bi hezaran kes beşdarî meşa meşaleyî bûn.
Li herêma Qerabaxê jî ala Tirkiye û Azerbeycanê hate şewitandin.

Ji bo ji bir nekin her sal li hev komdibin.

Qurbaniyên qirkirina ku pêşiyên dewleta Tirk Împaratoriya Osmaniyan bi serê bapîrê wan de aniye ji bir nekin.

Doh êvarî careke din li paytexta Ermenîstan Êrîvanê, şîn û xemgînî hebû.

Bi hezaran kes kom bûn.

Di nava tariya şevê de meşale pêxistin û pêşiyên xwe yên hatine qirkirin bibîr anîn.

Hêrsa ji dewleta Tirk û Azerbeycanê ya beriya 106. salan hîna zindî bû.

Ala Tirkiye û Azerbeycanê şewitandin.

Û piştî vê berê xwe dan nîşaneya Qirkirina Ermeniyan ya li Qada Azadiyê.

Daxwaz tenê ew bû ku qirkirina zêdeyî milyonek kesî were naskirin.

Her wiha alên welatên welatên ku qirkirin naskirine jî hatin hildan.

Li Qerebaxê peyama “heta dawiyê şer bikin” hate dayîn

Ev der herêma Qerebaxe.

Li vir jî mina paytext Êrîvanê, xemgînî, hêrs û acizî heye.

Merasîma bîranînê li ber kiliseya Saint Jacob pêk hat.

Bi seden kes li wir kom bûn.

Ji bo rihê kesên hatine kuştin rehet bibin, hemûyan bi keşeyê kilîsê re dua dikir.

Piştre jî kesên dua dikir daketin kolanan.

Bi yek dengê bi seden kesî bi hevre sloganên “Heta dawiyê şer bikin” û “Jibîr neke, bixwaze û berde” gotin.

Paşê komeke ciwan ala Tirkiye û Azerbeycan şewitandin.

Back to top button