DAXUYANIYA QSD’Ê: KOBANÊ BÛ SEMBOLA BERXWEDANA NAVNETEWÎ YA LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê

Fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê pêngava Bagera Cizîrê û Şerê Tunekirina Terorê, îro daxuyaniyek da.
Fermandariyê rizgarkirina Baxozê bi daxuyaniyekî çapemeniyê bi raya giştî re parve kir.
Fermandariyê bal kişand ser cangoriyên şer, alîkariya wan bi sivîlan re û mijara ji nû ve avakirina herêmên rizgarkirî.

Fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya rizgarkirina Baxozê ya bêrîka dawî ya çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya xwe de, fermandariya giştî ya QSD paqijkirina herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Sala 2014’an û bi piştgiriya hin hêzên herêmî, herêmên me rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin.

Êrîşên herî hov û xwînrêj hatin kirin.

Wê demê, li hember terorê, Kobanê bû sembola berxwedana navnetewî û qonaxên têkbirina DAIŞ’ê dest pê kir.

Piştî şerê 5 salan em li vir têkbirina meydanî ya çeteyên DAIŞ’ê radighînin.”

DI ŞERÊ TÊKBIRINA DAIŞ’Ê DE ME 11 HEZAR ŞEHÎD Û 21 HEZAR BIRÎNDAR DAN

Di daxuyaniya xwe de, fermandariya QSD bal kişand ser buhayê vê serkeftinê û got,

Di şerê têkbirina DAIŞ’ê de, 11 hezar şervanên wan şehîd bûn.

Her wiha 21 hezar jî birîndar bûne û gelek sivîl jî bûn qurbanî.

“Bi vê boneyê em wan qehremanan bi bîr tînin, em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin û saxiyê ji birîndaran re dixwazin.”

Fermandariya giştî ya QSD’ê spasiya hemû aliyên ku di şerê li dijî terorê de bûn alîkarn kir û bi taybetî Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê.

NETEWA DEMOKRATÎK HÊMANÊ SEREKE YÊ SERKEFTINÊ BÛ

Her wiha fermandariya giştî bi bîr xist ku hêmanê sereke yê vê serkeftinê rêgezên Netewa Demokratîk, azadiya jinê û biratiya gelan bû.

EM BANG LI HIKÛMETA ŞAMÊ DIKIN KU PROSESA DANÛSTANDINÊ QEBÛL BIKE

Fermandariya giştî ya QSD’ê bang li hikûmeta Şamê kir û wiha got;

“Divê hikûmeta Şamê prosesa danûstandinê û çareseriya siyasî ji bo naskirina Rêveberiyên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bipejirîne û taybetmendiya Hêzên Sûriya Demokratîk nas bike.”

DIVÊ DEWLETA TIRK DESTÊ XWE JI SÛRIYÊ Û BI TAYBETÎ JI EFRÎNÊ BIKIŞÎNE

Her wiha bang li dewleta Tirk jî hat kirin ku dev ji siyaseta destwerdana nava Sûriyê berde û bi taybetî jî Efrîn.

ŞERÊ ME LI DIJÎ TERORA DAIŞ’Ê WÊ TEQEZ BIDOME

Fermandariya QSD’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir;

“Em teqez dikin ku wê şerê me li dijî terora DAIŞ’ê bidome, wê pêngavên me yên leşkerî û ewlehî bidomin.

Wê hevkariya me bi hêzên Koalisyona Navdewletî re ji bo têkbirina hebûna DAIŞ’ê û şaneyên wê yên razayî bidome.”

Leave a Reply

Back to top button