Salvegera 106. a komkujiya Ermenan..li Til Temirê çalakiyeke bîranînê hat li dar xistin

Bi boneya salvegera 106’emîn a komkujiya Ermeniyan, Meclisa Civakî ya Ermenî û hêzên leşkerî yên ermenî îro li gundê Til Goran yê bi ser Til Temirê çalakiyek biranînê li dar xist.

Di çalakiyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku dosyaya komkujiya Ermenan veke û hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

106 sal li ser komkujiya Ermenan derbas dibe. Bi vê boneyê, Meclisa Civakî ya Ermenî û hêzên leşkerî yên Ermenî îro li gundê Til Goran ê Til Temirê, çalakiyeke bîranînê li dar xist.

Bi dehan malbatên Ermenî, endamên saziyên sivîl, endamên Meclisa Heres El-Xabûr ya Asûrî, Tabûra Ş. Nûbar Ozaniyan ya Ermenî ya girêdayî QSD’ê, tevlî çalakiya bîranînê bûn.

Çalakiya bîranînê bi merasîmeke leşkerî ji hêlaTabora Ş. Nûbar Ozaniyan ve hate destpêkirin. Piştra fermandarê taborê Manuel Demir axivî û diyar kir ku Dewleta Osmanî komkujuya Ermenan li pêşiya çavên hemû cihîanê pêk anî û armanca wê ku hêviyên gel Ermen bifetisîne û empratoriya xwe ya netewperest ava bike.

Manuel Demir destnîşan kir ku dîroka Dewleta Tirk li ser komkujî û qirkirinên gelan hatiye avakirin û niha jî hewl dide bi riya destwerdanên xwe di dewletên herêmê de wan komkujiyan dubare bike.

Piştre mêvanan berê xwe dan Kilîseya gund û mom pêxistin.

Meclisa Civakî ya Ermenî piştî wê daxuyaniyek da, daxuyanî bi zimanên Ermenî, Kurdî, Erebî hate xwendin.

Meclisa Civakî ya Ermenî xwest hesab ji dewleta Tirk were xwestin

Meclisê di daxuyaniya xwe qonaxên ku komkujî tê re derbas bûn anî ziman û bi bîr xist ku hîna jî birînên komkujiyê ne kewiyayî ne.

Meclisa Civakî ya Ermenî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî û Rêxistina Mafên Mirovan kir ku dosyaya komkujiya Ermana vekin û daxwaz kir ku hesasb ji Dewleta Tirk bê xwestin.

Back to top button