Serokê DYE’yê Joe Bîden komkujiya Ermenan weke qirkirin pênase kir

Serokê DYE’yê Joe Bîden, di daxuyaniya xwe ya 24’ê Nîsanê de diyar kir ku ew komkujiya Ermenan wekî qirkirinê dibînin.

Bîden, di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku ew her sal weke îro, cangoriyên Qirkirina Ermenan a di dema Osmaniyan de hatine kuştin, bi bîr tînin.

Her wiha Joe Bîden daxwaz kir ku careke din tiştekî bi vî rengî dubare nebe.

Di dawiyê de Serokê DYE’yê got: gelê Amerîkayê, bi rêzdarî hemû cangoriyên Ermen yên ku berî 106 salan hatin qirkirin, bi bîr tîne.

Seroka perlemana Amerîkayê Nancy Pelosi jî, ji aliyê xwe ve naskirina Jon Bîdin a komkujiya di derhqê Ermeniyan de bi erênî nerxand.

Nancy Pelosi diyar kir ku êrîşên dawî yên dewleta Tirk li ser kurdan komkujiyên derheqê Ermeniyan tîne bîra mirov.

Back to top button