Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşker danîn qada Mer-vanos a Avaşînê û girên Şehîd Zêrîn, Şehîd Bêkes û Pîra-mîtê ya qada Şukê. Li van qadan şerekî giran didome.
Li aliyê din êrişên artêşa Tirk ên li dijî Girê Mam-reşo hate têk birin. Artêşa Tirk gaza jehrî bi kar anî.
Li gorî çavkaniyên Ajansa ANF’ê, êrişên dagirker ên li ser qadên Avaşîn, Zap û Metîna
yên Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.
Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşker danî qada Mervanos a Avaşînê û li vir şerekî giran dest pê kir.
Çavkaniyan ragihandin ku kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker hene.
Her weha artêşa Tirk a dagirker li qada Mervanos a Avaşînê û girên Şehîd Zêrîn, Şehîd Bêkes û Pîra-mîtê ya qada Şukê jî êrişên xwe berfirehtir kiriye.
Artêşa Tirk li hemberî gerîlayan gaza jehrî bi kar anî
Li aliyê din hat diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li Girê Mam-reşo ya Avaşînê xwest bikeve çeper û tunelên şer ên gerîlayan.
Gerîlayên HPG û YJA-Starê ev êriş têk birin.
Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan gaza jehrî bi kar anî.