Şêniyên Helebê şehîdên azadiyê bi bîr anîn

Bi boneya 25ê Nîsanê Roja Şehîdan, bi sedan şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir û mûm vêxistin.

Bi boneya roja Şehîdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên Helebê bi armanca bîranîna şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serdana goristana li taxa Şiqêf kir.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşîn Mûssa axivî û şehîdên êrişa hawayî ya dewleta Tirk a li ser Qereçoxê ku 25’ê Nîsana 2017`an pêk anîbû, bi bîr anîn.

Roşîn ev roj li hemû şehîdên pîroz kir û got:

Bi saya şehîdên me, hemû gelê herêmê bi aramî dijî, divê em şopdarên rêya şehîdan bin û parastina herêmên ku bi saya şehîdan hatine rizgarkirin bikin.

Merasîma bibîranîna şehîdan, bi pêxistina mûman û sloganên”Şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button