Gundewarê Til Temirê bi giranî hat topbarankirin

Hemwextî êrîşên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê, dagirkeriya Tirk bi giranî navçeya Til Temirê jî da ber topan.

Destpêkê gundê Um El-Kêfê bi hawin û obusan topbaran kirin, piştre jî êrîşa xwe berfireh kir û êrîş bir ser gundê Tewîla ,Um El-Xêr, Guzelîyê û Til Eleben.

Ev topbarana artêşa dagirker heta derengiya şevê dirêj kir.

Hate ragihandin ku piştî van êrîşên dijwar, artêşa Tirk a dagirker êdî bi balafireke keşfê girt ser asmanê gundewarê Til Temirê û dest bi lêgerînê kir.

Back to top button