MXDŞ: Em bi hev re li berxwedana Gerîla xwedî derkevin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser êrîşên dagirkeriyê yên dijî Herêmên Parastinê Medyayê, banga têkoşînê li tevahiya Kurdan kir.

MXDŞ’ê di daxuyaniya xwe de got ku, êrîşên li ser Şengal û qadên gerîla, her wiha êrîşên çeteyên Dîfa El-Wetenî yên li Qamişloyê; hemû di çarçoveya yek planê de tên kirin.

MXDŞ’ê da xuyakirin ku, armanca wan ji van êrîşan, têkbirin û tunekirin e.

Li ser vê yekê, MXDŞ’ê bang li tevahiya Kurd û azadîxwazan kir ku li dijî dagirkeriyê li xwedî li berxwedana gerîla derkevin û got:

“Civaka Êzidî bi xwîna bi sedan Şervanên Azadiyê rizgar bû. Em berxwedana Metîna, Zap û Avaşînê bi rêzdarî silav dikin û dibêjin, em bi we re ne.”

Back to top button