QSD: 2 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya bidawîkirina terora DAIŞ’ê de, 2 çeteyên din ên DAIŞ’ê girtin. 

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞ’ê û bi hevkariya asmanî ya Koalisyona Navdewletî wan opersyonek li herêma Dêra Zorê pêk anî.

Ev operasyon li navçeya EL-Ozba li rojhilatê herêmê çêbû û tê de, di gel jimareke çek û çebilxane, 2 DAIŞ’î hatin girtin.

Duh jî Hêzên Antî-Terorê yên girêdayî heman hêzan bi operasyoneke taybet dîsa çeteyekî DAIŞ’ê li Dêra Zorê girtibû.

Back to top button