Leşkerên Tirk ciwanekî Sûrî li ser sînor kuşt

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ciwanekî Sûrî ku ji Cisir el- Şixur e, dema dixwest sînor derbas bike, ji aliyê leşkerên Tirk hat kuştin.

22ê Nîsanê jî, leşkerên Tirk li heman herêma Idlibê jinek Sûrî dema di nav zeviyên xwe de yên li nêzî sînor kar dikir, kuştin.

Li gorî belgeyên heman çavkaniyê, hejmara sivîlên Sûriyê yên li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine kuştin, dibe 472 kes, di nav de 86 zarok û 45 jin hene.

Hêzên hikûmetê bi mûşekan 6 bajarokên Idilbê bombebaran kirin

Navendê diyar kir ku ji nîvê şevê û heta vê berbangê, Hêzên Hikûmeta Şamê bi mûşekan herêmên Kensefr, Bara, Fitêra, derdora Sifohin, Bînîn yê başûrê gundewarê Idilbê, bombebaran kirin.

Her wiha hêzên navborî bi çekên giran herêmên li eniyên Sehil Xab ya bakur- rojavayê Hemayê, armanc kir.

Dewleta Tirk karwanek ji 30 maşîneyî derbasî Idlibê kir

Ji xwe, dewleta Tirk hîna jî sewqiyatên leşkerî dişîne Idlibê.

Li gorî heman çavkaniyê, karwanek din a Tirkiyê ku ji 30 maşîneyên leşkerî pêk tê, di dergeha Kefir Losîn a sînorî ya bakurê Idilbê derbasî herêma qaşo bêçek bû.

Bi vê yekê, ji beriya zêdeyî salekê û heta niha 11 hezar û 995 maşîneyên leşkerî derbasî vê herêmê bûn.

Back to top button