Çeteyan li Efrînê jinek ji navçeya Racoyê revand

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dike.
Dagirkeran ji navçeya Raco jineke din revand, li navçeya Cindirêsê jî ji bo malbatên çeteyan du wargeh wê bên avakirin.
Dagirkeriya Tirk li serê Kaniyê jî bi rêya komeleyekê fikrên tundrew belav dike.

Li Efrîn û herêmên dagikirî, dewleta tirk ji bo pêkanîna planên xwe yên qirêj sûcên dermirovî pêk tîne.

Malpera Tora Çalakgirên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk jineke ji gundê Meydana ya navçeya Racoyê revand.

Torê diyar kir ku jina hate ravandin navê wê Newal Enwer Neharan û diya 3’ê zarokan e û çarenûsa wê jî heta niha nediyar e.

Li gorî navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî, ji destpêka vê mehê heya niha, dagirkeran ji Efrînê 14 sivîl revandin.

Li Navçeya Cindirêsê 800 avahî ji malbatên çeteyan re tên ava kirin

Li aliyekî din, ji bo guhartina demografiya Efrînê, dagirkeriya Tirk bi rêya rêxistinên xwe avakirina wargehan zêde dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan Efrînê – Sûrî ragihand ku rêxistina ” Heyva Sor ya Tirk ” bi destekdayîna dewleta Tirk dê wargehek ji 400 avahî li derdora gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê ava bikin.

Li derdora çîyayê Sebîlêh yê li Cindirêsê jî dê wargehek ji 400 avahî ava bike.

Di bin navê pêşkêşkirina alîkariyan rêxistinên tundrew xurt dibin

Her wiha dewleta Tirk bi rêya rêxistin û komeleyên girêdayî wê, plana belavkirina fikrên tundrew li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Ew rêxistin û komeleyên ku piştgiriyên darayî ji dewletên mîna Qater û Kiwêtê digirin, di bin navê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî, van planan pêk tînin.

Di vê derbarê de li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, komeleyeke bi navê ” komeleya Şîşan a Kafkasiya” hatiye vekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûrî diyar kir ku bi armanca belavkirina fikrên tundrew dewleta Şîşan ev komele ava kiriye.

Rêxistinê diyar kir ku bi belavkirina diyarî û alîkariyan ev komele dixwaze şêniyan û bi taybet jin û zarokan bixapîne.

Back to top button