Peyama Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî jî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber Ebd Hamid El-Mehbaş ve hat xwendin.
Mehbaş wiha got:
Ev roj ji bo gelê Sûriyê û tevahiya cîhanê rojeke dîrokî ye.
Wê dîrok van kêliyan bi tîpên zêrîn binivîse ku ew jî ragihandina serkeftinê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê bû.
Mehbaş li ser xebatên sivîl ên rêveberiyê jî ev tişt anî ziman:
Rêveberiyên Xweser û sivîl li hemû herêmên rizgarkirî hatin avakirin.
Ev rêveberî bûn bersiv ji pêvajoyê re û destek da şêniyan û tevî derfetên kêm pêwîstiyên koçerban bi cih anîn.